Kakşar Oremar
16/11/2009 - 09:29 Delîl Dîlanar û muzîka kilasîk
Dengê xweş wek bav û kal dibêjin: “Dayîna Xwedê ye” Êca ger li rex dengê xweş: ciwanî, evîn, hêz, liv û lebata ji bo karê hunerê jî hebe, hingî mirov dikare ji xwediyê van sifetan re bibêje: hunermend.
Dengê xweş wek bav û kal dibêjin: “Dayîna Xwedê ye” Êca ger li rex dengê xweş: ciwanî, evîn, hêz, liv û lebata ji bo karê hunerê jî hebe, hingî mirov dikare ji xwediyê van sifetan re bibêje: hunermend. Bihîstina dengê bilûrê û li pey wê jî dengê Delîl û strana ‘Şerê Tarxan’ bi bîra min anî.
Dengbêjên me hunera xwe bi dengê xweş di nava gel de bilind kirin. Li pey sextekarî û populeriya rojê nebûn û ji bo wê jî ‘hunera dîrokê’ afirandin. Bi vê re wan hem navê gelê xwe li cîhanê belav kirin, hem kevrekî danîn ser dîwarê bilind û dewlemendê zimanê kurdî û xizîneya hunera kurdî dewlemendtir kirin û hem jî ji sînorê xana hunera kurdî derneketin û nasnama wê ya kevnar û netewî parastin.
Harmoniya di navbera dengê Delîl û ensturmetên Rojavayî da wisa li hev hatine ku guhdaran jî bi xwe re dibe nava deriya fikir û ramanê. Hunereke wiha xwedî temenekî dirêj an jî dibe malê dîrokê. Ez ji her kesî re nikarim bêjim hunermend. Hunermendî jî ne karê her kesî ye. Delîl yek ji wan hunermendê ku bi deng û hunera xwe dikeve nava kategoriya dengbêjên kurd. Dengê wî dengê ji kaniya dengbêjên Serhedê ye. Di mala dengbêjan de hatiye dinê û perwerdeya xwe ji Husênê Orginosê girtiye.
Dengê Delîl xwedî hêzeke mezin, qirka wî paqij, kurdî û hiseke xerîb û hestyar tê de ye. Dengê ku mirov dibe nava kûrahiya dîrokê û behsa serpêhatiyên mêrxas, qehreman û serkêşên şoreşa kurdan ya sedsalên derbasbûyî dike. Dengekî wiha pirseke wiha anî bîra min: An tenê ji nifşên berê dengbêj hebûn an niha jî dengbêjên me hene? Delîl li Kolnê bi beşdariya gelek kesan albûma xwe da nasîn. Koma ku hevkariya wî kirin, komeke navneteweyî bû. Çimkî ji xeynî du-sê kesan yên din tev Ewropî bûn û tev di karê xwe de akademisyen bûn. Dengê Def, Mey, Tembûr, Bass, Gitarre, Piano, Violon û germahî û hêza dengê Delîl harmoniyeke wisa xweş bi hev re afirandibûn ku bêdengiyek tijî semîmiyet û hezkirin di nava temaşevanan de afirirandibû ku piraniya wan ciwan bûn.
Vê rewşê rastiyeke din ya tijî dilxweşî jî raxist ber çavan: kurd êdî li pey hunereke bi qalîte ne. Di van çend salên derbasbûyî de li Kurdistan û bi taybetî jî li Ewropa gelek kes hebûne û hene ku ji bo ‘ensturmentalîzekirina muzîka klasîk a kurdî’ hewl dane, lê Delîl kesê yekê ye ku bi afirandina berhemeke wiha pêngaveke nû di dîroka hunera Kurdistanê de hilaniye. Bikaranîna ensturmentên muzîka Rojava ji bo stranên kurdî yên klasîk dikare dewlemendiyeke mezin bi xwe re bîne, lê bi mercekî ku deng û awaz ji sînorê qada hunera kurdî dernekevin û nasnama wê biparêzin.
Albûma Delîl “ Zeriyê” hunereke bilind tê de ye, lê belkî mirov bikare rexneke wiha jî ji kesên weke Delîl bike: dengê hunermendên Serhedê pir sirûştî û carna stranên herêmên din yên Kurdistanê li ser dengê wan nayê. Selîqa an jî sewiya rewşenbîriya hunermenda gere wisa bilind be ku bikarîbin li gor deng û şehrezayiya xwe berhemên xwe jî bineqînin. Ev kar yê riya serkeftinê li pêşberî wan berfirehtir bike. Mesela ger ez li cihê Delîl bûma min strana ‘Hey Bênin’ nedigot û cihê wê jî dida mewaleke gelêrî ya Serhedê.