Sonntag, 17. Januar 2010

Dengbêjekî Bajarî; Delîl Dîlanar bi Albûma Zeriyê











Dengbêjekî Bajarî; Delîl Dîlanar bi Albûma Zeriyê

13 Çile 2010 Çarşem Saat 09:24

Yekbûn CIVAK
http://www.yekbun.net/





Hûn wî bi strana Dewrêşê Evdê nas dikin lê Delîl Dîlanar ji mêjve dest bi hunerê kiriye.


Bi şagirtiya apê xwe Dengbêj Husêno destpêdike û di Navenda Çanda Mezopotomya dibe şagirtê tenbûr. Wexta diçe Rûsyayê, li wir ji Egîdê Cumo çiqas pêş wî neke jî ew bi temaşekirinê teknîkên wî duduk hîn dibe.


Dû vegera Rûsya xwe li aliyê Blûr jî pêş dixe û niha di albûma xwe de li van amûrsazan bikar tîne.


Delîl Dîlanar niha li Elmanya jiyana xwe didome. Welatên kû çûye, jiyaye bandor li  muzîka wî xwuyaye pir kiriye.


Di albûma nû `Zeriyê` de Dengê piyano û duduk li pêy tê. Mirov dibe Ewrupa û vedigerîne Kurdistanê. Mirov qet winda nabe. Û Delîl bi dengêxweyî şewat distirê `Lê dayê rebenê, rabe îro biner, sira qeleniyê bişewite ji bendêminre çiqas sirekî sare` …


Di stranên xwe de bi awayek amûrsazên elektronîk û akustîk bi tevayî harmoniyek xweş dide pêşberî me û her dewam dike.


Wexta ku hûn guhdar dikin; wekî ku li hundurê odakê muzîka xwe diafirînin û fîşal qet tunneye…


Pir kes wexta ku albûm çêdikin bi muzîkjenre xebat nakin û ji derve muzîkjenên bazarê tînin, spontan lêdixin û her albûm dişibe hevdû.


Lê Delîl Dîlanar ekîpa xwe ji berê amade kiriye û bingeha albumê bi hevre xebitîne.


Ji bo vê sedemê rengek cûda û muzîkek xwemal derketiye holê.  


Di albûma xwe de blûr, di hin stranan de tenbûr û duduk wî bi xwe lêxistiye. Ev jî xwuya dike ku xwe di pir alî de pêş xistiye. 
           
            Keman,Çello, Piyano, Tenbûr, Perkusyon, Blûr, Gîtar, Bass, Cumbuş bûye rengê albûma Zeriyê…
           
            Begzade, Delalo, Her qîzeke Me, Hey bênin, Medîna min, Nazdar, Neqşe, Şerê Tarxan, Şevavê, Zeriyê deh stran, ne kêm ne zêdê, ji herema soran heta botanê bi rengê axa xwe hestê xwe ji me re pêşkêş kiriye.


Bi rastî ji teherek ji xwe re dîtiye û pir xweş, li dengê wî hatiye…


Bi teşeyek bêdeng albûma wî derket lê ez bawerim albûma Zeriyê hêdî hêdî wê xwe bidi nas kirin.


Êdî lazime hûn guhdar bikin. Vegotin ne weka guhdarkirinê ye!